Tebax 28, 2022 22:29 Asia/Tehran
  • Rageşiya di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de berdewam dike

Tirkiyê çalakiya Yewnanîstanê ya astengkirina erka balafirên şer ên Tirkiyê, protesto kir.

Yewnanîstan û Tirkiye du welatên cîran hertim hevdu bi binpêkirina qada hewayî û deryayî ya hevdu sûcdar dikin.

Li gorî rapora France Press`ê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja yekşemiyê kiryara sîstema mûşekî ya S-300`ê ya Yewnanistanê li dijî firokeyên şer ên Tirkiyê ku li esmanê deryaya Egeyê û rojhilata Deryaya Spî bi cih bûne, dijminane nirxand û ragihand ku dubarekirina vê kiryarê wê rageşiya di navbera her du welatan de zêde bike

 Wezareta Berevaniya Tirkiyê roja Sêşemiya vê heftiyê di raporteke bi vî rengî de ragihandibû, ku firokeyên cengî yên Yewnanîstanê di dema ku balafirên Tirkiyê erka xwe ya ji bo Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO)  li esmanê Rojhilatê Deryaya Spî cih dianîn, zehmetî çêkirin.

Serepeyv