Tebax 26, 2022 15:43 Asia/Tehran

Di civîna ku roja Pêncşemê bi serepereştiya HDP'yê li Stenbolê bi 6 partî û rêxistinan re hat kirin de diyar bû ku encama xebatên tifaqê gihîştine qonaxa dawî û hat ragihandin ku navê tifaqê “Tifaqa Ked û Azadiyê” ye.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Bi serokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja Pêncşemê 25ê Tebaxa 2022an Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP), Partiya Ked (EMEP), Partiya Azadiya Civakê (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF) li parêzgeha Stenbolê civînek hat lidarxistin.

Berdevka EHPyê Ozge Akman û endamê Komîteya Navendî Hakan Ozturk, Serokê EMEPyê Ercument Akdeniz û Cîgira Serokê EMEPyê Selma Gurkan, Hevserokên Giştî yên HDP'yê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, cîgirê hevserokan Tuncer Bakirhan, endama encûmena partiyê Sultan Ozcan, Berdevkê SMFyê Bariş Kayaoglu û endamên encûmena partiyê Mahîr Gurz, Erdal Ataş, Serokê Giştî yê TÎPyê Erkan Baş, Berdevka TÎPyê Sera Kadigil û Cîgirê Serokê Giştî Dogan Ergun, Berdevka TOPyê Perîhan Koca, Endama Lijneya Berdevkan Pelîn Kahilogullari û endamê encûmena partiyê Tamer Dogan beşdarî civînê bûn.

Di civînê de ji bilî nirxandinên li ser pêşhatên siyasî, diyarkirina nav û nexşerêya hevpeymaniyê û rêbaz û dîroka ragihandina ku were amadekirin di rojevê de bû.

Di daxuyaniya ku ji aliyê 6 partiyan ve hat belavkirin de anîn ziman, “Em dizanin ku li ser esasê nirxên ked, aştî, azadî û demokrasiyê avakirina nîzameke civakî û siyasî ya ku gel serdest e, bi hêza hemû beşên civakê yên bindest û dagirkirî pêkan e.”

Her wiha hat gotin, “Em bang li her kesî dikin ku li gorî vê feraset û bangawaziyê tê bikoşin. Em ê bi hev re li dijî desthilatdariya yek zilamî, fermana sermaye û zilmê bi ser bikevin.”

Di dawiya civînê de biryar hat dayîn ku “Tifaqa Ked û Azadiyê” were ragihandin.

Serepeyv