Tebax 26, 2022 10:21 Asia/Tehran
  • 3 keştiyên din jî di çarçoveya sewqiyeta dexl û danê da ji Ukraynê bi rê ketin

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê ragihand, 3 keştiyên din yên ku dan û dexl li wan barkirî ne, ji Ukraynê veqetiyan.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê da hat destnîşankirin ku 2 keştî ji Bendera Odessayê, keştiyek jî ji Bendera Pîvdennyiyê derketin.

Di daxuyaniyê da her wisa hat gotin, îro (roja Pêncşemiyê) keştiyeke ku dê ji Ukraynê were û 5 keştiyên dê biçin Ukraynê dê bên kontrolkirin.

Serepeyv