Rapirsîna Optimar'ê: Tenê 5 partiyên siyasî yên Tirkiyê benda hilbijartinê derbas dikin
Li gor rapirsiya herî dawî ya Kompanya Lêkolînan ya Optimarê tenê 5 partiyên siyasî benda hilbijartinan derbas dikin ku ji %7 e û ferqa dengên AKPê û CHPê jî ji %11e ye.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Kompanya Lêkolînan ya Optimarê encamê rapirsiya xwe ya li ser hilbijartinan ku di navbera 12 û 15ê Tebaxa 2022an de li seranserî Tirkiyê ligel 2 hezar kesan pêk anîye eşkere kir.
Li gor rapirsiya herî dawî rêjeya dengên partiyên siyasî yên Tirkiyê wiha ne:
AKP %37.2
CHP %26
IYI Partî %10
HDP %9.9
MHP %9.5
Partiya Zafer %1.5
DEVA %1
Partiya Paşerojê %0.6
Li gor heman rapirsiyê di hilbijartinên Serokkomariyê de rêjeya dengên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û siyasetvanên ku egera wê heye bibin berbijêr jî wiha ye:
Recep Tayyip Erdogan %36.48
Mansur Yavaş %14.67
Kemal Kiliçdaroglu %14.57
Selahattin Demirtaş %9.52
Devlet Bahçeli %8.30
Meral Akşener %7.62
Ekrem Imamoglu %3.73