Tebax 22, 2022 17:57 Asia/Tehran
  • Demîrtaş: Li vî welatî eger tu nijadperest û diz nebî,

Hevserokê berê û girtî yê Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) di nivîsarekê da nivîsî, taybetmendiya sereke ya partiyên serdest li vî welatî nijadperestî û talankeriya wan e.

Selahedîn Demîrtaş di nivîsarekê da tevî şirovekirina taybetmendiyên partiyên bifermînaskirî di pergala siyasî da nivîsî: Taybetmendiya girîng a van partiyan nijadperestî û talankerî ye.

Selahedîn Demîrtaş ê ku ji Mijdara 2016an û vir ve di Girtîgeha Edîrneyê de girtî ye, bi mijara "Partiya Tirkiyeyê" di Dîkenê de gotarek nivîsand.

Demîrtaş di gotara xwe ya ku ji bo Dikenê nivîsandiye de wiha dibêje:

“Ji findiqên Deryaya Reş heta tiriyê Egeyê, ji pirsgirêkên trafîka stenbolê heta pirsgirêkên turîzma Deryaya Spî, ji mûçeyê xanenişînan heta starbûna xwendekaran, ji partiyên ku di her mijarê de bi siyasetê re çareseriyan çêdikin, Partiya Tirkiyeyê tê gotin.

Bi rastî jî wisa ye? Ka em li rewşê binerin û ez ê biryarê ji we re bihêlim.

Eger partiyek siyasî li van axan bêyî cudahî mafê herkesî diparêze, zulm, neheqî û bêhiqûqiya ku li van axan li kurdan, elewiyan û ermeniyan tê kirin tîne ziman, ji wê partiyê re tê gotin ku ew partî “ne partiya Tirkiyê ye.”

Partiyek eger êş, şewitandina gundan, kiryarên nediyar û îşkenceyên ku dewletê li welatiyên xwe dike, bîne ziman û bibêje, “divê bi van re rû bi rû bên û hesab bê pirsîn” ji wê partiyê re tê gotin ew “ne partiya Tirkiyê ye.”

Eger partiyek di xeletiyên polîtîkayên derve de li kêleka hikûmetî nebe ji wê partiyê re têgotin ew “ne partiya Tirkiyê ye.”

Eger partiyek li dijî feraseta yek ziman, yek netewe derkeve û bibêje “Na, li ser vê axê ziman, çand, gelên cuda hene, ji bo bi hev re di nava aştiyê de bijîn divê ev bên naskirin” dibêjin “Tu ne partiya Tirkiyeyê yî.”
 

Serepeyv