Tebax 22, 2022 08:27 Asia/Tehran
  • Meytên 20 goriyên karesata Mêrdînê hatin binaxkirin

Meytên 20 goriyên karesata Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê li bajarên Dêrik, Qizil Tepe û Artûklûyê hatin binaxkirin.

Hejmara goriyên karesata lihevketinaa erebeyên Holdînga Çengîz li ser rêya Dêrik-Mêrdînê bû 21 kes. Meytên 20 kes ji van goriyan roja derbasbûyî radestî malbatên wan hatin kirin û li cihê jidayîkbûna wan hatin binaxkirin.

Ji nav 20 welatiyên ku meytên wan hatin binaxkiirn, 17 kes ji Dêrikê, kesek li Artûklûyê û kesek jî ji Qiziltepeyê bû û li van bajaran hatin binaxkirin. Meytê Yehya Ergîn polîsê ku di vê bûyerê da canê xwe ji dest da jî bo Çanaq Qeleyê hat şandin.

Di halekî da ku pirraniya goriyên vê bûyerê li Tirkiyê kurd bûn, Yehya Ergîn polîsê ku di vê bûyerê da canê xwe ji dest da bû, ji aliyê Wezareta karên hundir a Tirkiyê wek şehîd hat binavkirin û Suleyman Soylû wezîrê karên hundir ê Tirkiyê beşdarî merasima binaxkirina wî bû.

 

Serepeyv