Qezaya trafîkê li Mêrdînê: 19 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
Li Dêrika navçeya Mêrdînê barhilgira TIR li kesên midaxaleyê qezayê dikirin xist, 19 kes mirin, 6 jê xedar 26 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li gor agahiyên hatin bidestxistin li navçeyê saet 18.00ê da li Kolana Diyarbekirê frêna barhilgira TIRa gubre barkirî ya bi plaka 73 NS 384 a ku ji îstiqameta Çiyayê Mazî dihat û nasnameya ajokarê wê nehat hînbûn li du wesayîtan xist. Piştî qezaya ku bû sedema mirinê ekîbên polês, îtfaiye û Tenduristiyê yên Acîl a 112an sewqî cihê bûyerê kirin.
Saet 18.30î da jî TIRa bi plakaya 34 NMB 53 a ku nasnameya ajokarê wê nehat hînbûn ji kontrolê derket û li kesên midaxaleyê qezayê dikirin xist.
Di herdu qezayan da 19 kes mirin, 6 jê xedar 26 kes birîndar bûn.
Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên li bajêr.