Tebax 18, 2022 14:06 Asia/Tehran
  • Pêwendiya telefonî ya Serokomarê Tirkiyê û Serokwezîrê Rejîma Siyonîst

Serokomarê Tirkiyê û Serokwezîrê Rejîma Siyonîst li peywendiyeke telefonî li ser têkeliyên dualî û mijarên navçê gotûbêj kirin.

Enqere hertim îdia dike ku li hember dagîrkerî û cinayetên Rejîma Siyonîst piştgiriya miletê Filistînê dike. Lê ev piştgirî tenê di asta gotinan de maye. Tirkiye û Rejîma Siyonîst di hemû waran de bi hev re pêwendî û hevkariyên berfire yên eşkera û veşartî hene û durûtiya rayedarên tirk derheq mesela Filistînê ji her kesî re eşker bûye. Pêştir jî “Ishaq Herzog” serokê Rejîma Siyonîst li ser vexwandina fermî ya “Receb Teyib Erdogan” serokomarê Tirkiyê û piştî wê wezîrê wê demê yê derve yê Rejîma Siyonîst Yair Lapid serdana Tirkiyê kirin.

Tirkiyê di sala 1949an de Rejîma Siyonîst bi fermî  nas kir û ji wê demê ve pêwendiyên nêzîk di navbera her du aliyan de di warên aborî û leşkerî de dest pê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anatoliyê, Erdogan serokkomarê Tirkiyê li gotûbêja telefonî tev Lapid serokwezîrê Israîlê, li bara pêşveçûnên peywendiyên navbera Tirkiyê û Rêjîma Siyonîst li gor rêketinama ku li seredana Ishaq Herzog serokê Rejîma Israîlê û Lapid bo Enqerê pêk hatin, kêfxweşiya xwe anî ziman.

Erdogan bal kişand ser tayînkirina balyozan ji hevdû re wiha got: "Ji bo tayînkirina balyozê nû di zûtirîn dem de dê gavên pêwîst bên avêtin."

Serokomarê Tirkiyê li dewamê got: Ji geşepêdana hevkarî û gotûbêja vî welatî û Rejîma Siyonîstî li çarçoveyeke bi îstîqrar û li ser bingeha rêzgirtina li hesasiyetên dualî, piştgiriyê dike.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ragihand ku Tirkiyê û Rêjîma Siyonîst ji bo baştirkirina asta peywendiyan û  destnîşankirina balyozan biryareke hevpar dane.

Di çaryeka ewil a sala 2022an de hinardekirina Tirkiyê ya ji bo Îsraîlê derket 1.8 milyar dolarî. Ev qas hinardekirin ji Tirkiyê bo Rêjîma Siyonîst di heyama salên berê de bêmînak bû. Hinardekirina Tirkiyê bo Rejîma Siyonîst di warên pola, kîmyawî, otomobîl, cil û berg, mobleman û kaxiz û berhemên daristanê, elektrîk û elektronîk, çîmento, seramîk û cam(şûşe), hesin û metalên nehesin û cewahiran de bûye.

Serepeyv