Cotmeh 21, 2025 19:07 Asia/Tehran
  • Hûsî: Amerîka piştgir û şirîkê herî mezin ê cinayetên Siyonîstan e

Serokê Tevgera Ensarullah a Yemenê got: Amerîka piştgir û şirîkê herî mezin ê cinayetên Siyonîstan e.

Seyîd Ebdulmelik Hûsî got: Xelkê me alaya cîhada di rêya Xwedê de li ber zalimên serdemê, ango Amerîka û Rejîma Siyonîst, ji bo piştgiriya gelê Filistînê û pabendbûna bi mesele û armancên mezin ên Umeta Îslamî, bilind kiriye. Xelkê Yemenê bi rastbêjî alîkariya xelkê Filistînê kirin û li rex wan sekinîn. Rêberê Ensarullaha Yemenê bi rexneya ji helwêsta welatên Ereb bona piştgîriya ji xelkê Filistînê got: Artêşên welatên Ereb û îslamî ku hejmara wan zêde ji 25 mîlyon kes e, li ku ne? Ne dengek ji wan tê ne jî bandora wan tê dîtin ne jî helwêstekê nîşan didin. Seyîd Ebdilmelik Hûsî bal kişand ser cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê û got: Xirabî û neheqîya siyonîstan, cinayet û zilmên wan di du salên derbasbûyî de ji her demê zêdetir derketine holê.

Serepeyv