Binpêkirina agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve
Tevî cihatina hevhatina agirbesê di navbera Hemas û Rejîma Siyonîst de, cinayetên vê rejîmê li Xezzê hîna jî berdewam in.
Wezareta tendirustiya Filistînê ragihandiye ku di 24 saetên buhurî de, 13 filistînî şehîd bûne ku 7 kes ji wan bi awayekî rasterast ji aliyê dagirkiran ve hatine hedefgirtin û şehîdkirin. Herwiha di vê midehê de 8 kes birîndar bûne. Hevgavê van cinayetan çavkaniyên filistînî ragihandine ku leşkerên Rejîma Siyonîst êrişî navçeyên curbicur li bakûr û başûrê Perrava Rojava Çemê Urdinê jî kirine. Anegorî ragihandina çavkaniyan, leşkerên dagirkir ji çend rêyan ve êrişî navçeyên rojhilatê Nablosê li bakûrê Perrava Rojava kirine ku di encamê de 11 filistînî birîndar bûne. Ramelah, Cinîn, Nablos û çend kempên din jî ketine ber êrişên leşkerên Siyonîst.
Rexnekirina binpêkirina berdewam a agirbesê ji hêla Rejîma Siyonîst ve di rojên derbasbûyî de hîna jî berdewam e û di rexneya herî nû de Şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî, mîrê Qeterê, ji bilî şermezarkirina agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve pêgîrî kiriye ku Zîvala Xezzê pişkek ji Filistînê ye ku nayê cidakirin. Mîrê Qeterê ji bilî şermezarkirina kiryar û destdirêjiyên Rejîma Siyonîst û binpêkirina berdewam a agirbesê, gotiye ku divê civaka navnetewî xelkê Filistînê biparêze û garantî bike ku sebebkarên jînûsaydê wê ji cezakirinê nefilitin. Eva di halekî da ye ku tevî derbasbûna 12 rojan ji dema cihatina agirbesê, pêvajoya derbasbûna alîkariyên mirovdostane bo Zîvala Xezzê ji ber ku Rejîma Siyonîst pêşiya wan digire, hêdî pêşda diçe.