Herêmê 120 Mîlyard Dînar radestî Bexdayê kir
Wezareta Darayî û Aboriya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Îro Sêşemiyê 120 Mîlyard Dînarî wekî derhata neniftî ya ji bo meha Tebaxê radestî wezareta darayî ya federal kir.
Li gorî ragihandina wezareta darayî û aboriyê, par û pişka xizîneya Fêdêral ji derhata neniftî ya Herêmê ji bo meha Tebaxê, şandiye hejmarek bankên wezareta daraiya Federal. Vê wezaretxaneyê aşkera kir, îro Sêşemiyê derhata neniftî ya Herêmê ji bo meha Tebaxa sala 2025`an ku 120 Mîlyard Dînar e, bi awayekî neqd(kaş) şandine hin bankên wezareta darayî ya hikûmeta Fêdêral li çiqa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê.
Çav li rê ye di du rojên dahatî de wezareta darayî ya Iraqê li hember radestkirina derhata neniftî, hin pereyên pêwîst ji bo bûdceya meha Tebaxê ya karmendên Herêma Kurdistana Iraqê bişîne.