Tebax 11, 2022 21:31 Asia/Tehran
  • HSD: Me li ser sînorê Mêrdînê êrîşî artêşa Tirkiyê kir û 23 leşker kuştin

HSDê îro ragihand ku di bersiva êrîşên berdewam ên Tirkiyê de û ji bo tolhildana kuştî û birîndarên xwe, hêzên wê li ser sînorê bajarê Mêrdînê yê Tirkiyê 3 êrîş pêk anîne ku di encamê de 23 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û herî kêm 2 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro Pêncşembê 11ê Tebaxê li ser malpera xwe ya fermî ragihand, ku hêzên wan li ser sînorê Mêrdînê êrîşî hêzên artêşa Tirkiyê kirine.

HSD dibêje, hêzên wan li ser xeta sînor 3 êrîş li dijî artêşa Tirkiyê pêk anîne û tekez kiriye, “di van sê çalakiyên hêzên me de bi giştî 23 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin, herî kêm 2 leşker jî birîndar bûn.”

Di daxuyaniya xwe de HSD derbarê êrîşan de dibêje, her sê êrîş “li dijî wesayitên zirxî yên artêşa Tirkiyê” hatine encamdan û diyar dike, di êrîşa yekem de 7 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, 2 leşker birîndar bûne, û wesayita zirxî jî hatiye têkbirin.

Li gor îdiaya HSDê, di encama êrîşa duyem de 10 leşker û di êrîşa sêyem de jî 6 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin

HSD amaje bi zêdebûna êrîşên Tirkiyê bo ser herêmên kurdî yên Sûriyê di wan demên dawiyê de kiriye û dibêje, “Tenê ji destpêka meha Tebaxê û vir ve, di êrîşên Tirkiyê de heta niha 7 sivîl di nav de 2 zarok şehîd bûne û 17 sivîl jî birîndar bûne ku ji wan 10 zarok û 3 jin in.”

HSD di daxuyaniya xwe de soza wê yekê jî daye ku ti êrîşên Tirkiyê bo ser herêmên kurdî yên Sûriyê bê bersiv nemînin.

Li ser êrîşa HSDê heta niha Tirkiyê ti daxuyaniyek belav nekirine.

Tirkiyê vê dawiyê êrîşên li ser herêmên kurdî yên Sûriyê yên bi top û dronan zêdetir kiriye ku di êrîşeke dronî ya Tirkiyê ya ser Qamişloyê de endamekî Fermandariya PJAKê  canê xwe ji dest dabû.

Serepeyv