Tebax 04, 2022 11:00 Asia/Tehran
  • HDP: Hikûmeta Tirkîyê divê dest ji êriş û dagirkerîya dijî Şingalê bikişîne

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji hikûmeta Tirkîyê xwest ku dest ji êriş û dagirkerîya dijî Şingalê bikişîne û qirkirina êzidîyan bi fermî nas bike.

Konseya Navendî ya HDP'yê bi boneya salvegera heştan a komkujîya êzidîyên Şingalê, di daxûyanîyekê tevî şermezarkirina vê qirkirinê, xwest ku hikûmeta Tirkîyê vê komkujîyê bi fermî nas bike.

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: Komên ser bi DAIŞê zêde ji 5 hezar êzidî li Şingalê û derdora wê kuştin û bi hezaran kes rehîn girtin û bûn sedema koçberbûna bi sedan hezar êzidîyan.

Konseya Navendî ya HDP'yê dîyar kir ku gelê êzidî wek yek ji gelên resen ên vê erdnigarîyê, hela jî bi gefa qirkirinê ra rûbirû ye û ragihand ku em "zêhnîyeta daişî ku dibe sedema vê qirkirinê, şermezar dikin."

 

Serepeyv