Tebax 02, 2022 11:52 Asia/Tehran
  •  Firotina rojnameyan li Tirkiyeyê daket bin 2 mîlyonî

Li Tirkiyeyê di 5 salên dawî de hejmara firotina rojnameyan her ku çûye daketiye û daketin gihîştiye sedî 50'î. Yekem car e hejmara firotina rojnameyan dadikeve bin 2 mîlyon hebî.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Zemanekî li Tirkiyeyê tenê Hurriyetê mîlyonek heb difirot. Lê niha hemû rojnameyên çapkirî di xetereyê de ne. Di 10 salên dawî de Ji sedî 60 zêdetir tîraja rojnameyan daketiye. Di sala 2011'an de rojane tîraja rojnameyan 4 mîlyon û 716 hezar û 685 bû, di dawiya sala 2021'ê de, yanê piştî 10 salan tîraj daketiye mîlyonek, 990 hezar û 415 heban.

Di 5 salên dawî de hem hejmara rojname û kovaran kêm bûye, hem tîraja wan û hem jî kesên di van saziyan de dixebitin.

Îstatîstîk ji aliyê TUÎK'ê ve hatin belavkirin. Li gor van îstatîstîkan ev daketin her diçe didome.

Di sala 2011'an de rew ev bûye: 4,716,685. Û di sala 2016'an de jî tîraj 4 mîlyon û 500 hezar bûye. Paşê her kêm Bûye û di dawiya 2021'ê de tîraj daketiye  1,990,415'an.

 

 

Serepeyv