Tebax 01, 2022 19:24 Asia/Tehran
  •  HDP'yê êrişên li ser saziyên elewiyan li Enqereyê şermezar kir

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP êrişên li ser saziyên elewiyan ên li Enqereyê şermezar kir.

Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê, Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek weşand û êrişên li ser saziyên elewiyan ên roja Şemiyê li Enqereyê rû dan şermezar kir. HDP'yê di daxuyaniyê ragihand: "Di roja destpêkê ya Miharremê de li dijî saziyên Elewiyan ên li Enqereyê êrişeke bi plan û organîzeyî hate kirin. Li Mamakê li Cemxaneya Şah-i Merdan di dema îbadetê de, li Cemxaneya Dayik Fatma ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) a li Tûzlûçayirê, li Komeleya Gundê Gokçebelê û Komeleya Elewî Bektaşî ya Tirkmen êrişên nemerdane hatin kirin. Em van êrişan şermezar dikin." 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi gotin û daxuyaniyên desthilatdariyê yên li dijî elewiyan, êrişên li ser elewiyan û saziyên elewiyan rû didin û wiha hat gotin: "Ev êriş yekser pêwendiya xwe bi siyaseta desthilatdariyê ya dij bi elewiyan re heye. Canên me yên elewî bi tenê nînin. Heta ku berpirsyarên rasteqîn ên êrîiên li ser saziyên elewiyan bêne eşkerekirin û hesab bê prisîn têkoşîna me wê dewam bike."
 

Serepeyv