Tîrmeh 31, 2022 10:11 Asia/Tehran
  •  Cemxaneyên elewiyan li Enqereyê ketin ber êrîşê

Duh li Enqereyê di heman kêliyê de êrîşî 4 cemxaneyan hat kirin. Cemxaneyên bi navên Ana Fatma Cemevi, Şah-i Merdan Cemevi, Gokçebel Koy Dernegi û Turkmen Alevi Bektaşi Vakfi di heman kêliyan de bûn hedefên êrîşên hin kesan.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Di êrîşan de li hin cemxaneyan zirarê madî çêbû, lê li Turkmen Alevi Bektaşi Vakfi êrîşa bi kêr çêbû û jinek birîndar bû. Ew rakirin nexweşxaneyê.

Piştî êrîşê gel çû cem cemxaneyan. Serokê Komeleyên Elewiyan Mustafa Karabudak li ber Cemxaneya Ana Fatma axivî û got, “Îro roja yekem a Miherremê ye û li Enqereyê heman kêliyan êrîşê Cemxaneyên Elewiyan û hin komeleyên wan hatine kirin. Ev nîşan dide ku hemû êrîş plankirî ne.*

Serepeyv