Tîrmeh 28, 2022 16:13 Asia/Tehran
  •   Li Semsûrê hestiyên 27 însanan yên hezar û 600 salî hatin dîtin

Li Golbaşiya navçeya Semsûrê ya Tirkiyê li ciyê ku bi qaçaxî hatiye kolan hestiyên 27 însanên ku tê texmînkirin ji hezar û 600 sal berê mane hatin dîtin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Golbaşiyê agahî hildan ku li derdora gundê Orenliyê kolandina qaçax hatiye kirin.

Piştî ku agahî dan rayedarên muzeyê ekîb çûn ciyê bûyerê û hestiyên 27 însanên ku tê texmînkirin ji hezar û 600 sal berê mane hatin dîtin.

Hestiyên ku li herêmê hatin dîtin bi destê rayedarên Midûriyeta Muzeyê hatin parastin.

Wek mayîn di mezeleyên ku di kevir da hatine çêkirin amûrên curbecur û perçeyên şûşeyên rondikan yên şikestî hatin dîtin.

Serepeyv