Tîrmeh 26, 2022 17:21 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu piştgirî da daxuyaniya Demirtaş a çekdanîna PKKê

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu piştgirî da daxuyaniya siyasetvanê Kurd û hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş a çekdanîna PKKê û ragihand, daxuyaniya Demirtaş “pênaveke girîng e, ji bo ku HDP bibe partiyeke Tirkiyeyî.”

Siyasetmedarê Kurd Selahedîn Demirtaş ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, beriya çend rojan di hevpeyvînekê de bi T24 re gotibû; “Ez dixwazim PKK çekan deyne.”

Kiliçdaroglu derbarê daxuyaniyên Demirtaş de got: “Daxuyaniyên Demirtaş gelekî girîng in. Vêca pêdivî ye, ku ev daxuyanî ji aliyê Mithat beg ve jî bi şêwazekî cuda bên gotin. Gaveke girîng e, ji bo HDP bibe partiyeke Tirkiyeyî. Divê ev berdewam bibe. Divê organên din ên partiyan jî van tiştan bînin ziman.”

Kiliçdaroglu herwiha derbarê girtîbûna Demirtaş de jî got: “Selahattin Demirtaş bi neheqî hatiye girtin, ji xwe girtiyekî siyasî ye. Daxwaza min a herî mezin ew e; demildest ew bê berdan. Tevî ku girtî ye, Demirtaş ji rêya ku jê bawer dike venagere, bi pêdagirî demokrasiyê diparêze û ji bo parleman bibe saziyeke çalak, nêrînên xwe tîne ziman. Ev nêrîn gelekî girîng in. Tenê ne ew, divê Osman Kavala jî demildest bê berdan. Divê biryarên darazê yên derbarê berdana wan de bên cîbicîkirin.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edirneyê girtiye, roja 17ê Tîrmehê di hevpeyvînekê de ji bo T24 diyar kiribû ku ew dixwaze PKK dest ji çekan berde û gotibû, “Eger bibe ez dixwazim PKK li beramberî Tirkiyê bi giştî dest ji çekan berde, lê mixabin li pêşiya vê yekê du astengî hene.”

Demirtaş derbarê têkiliya navbera HDPê û PKKê de jî gotibû, “HDP ne berdevk, berdewamî an jî alîgirê PKKê ye û peywendiya HDPê ligel PKKê nîne.”

Doh jî 202 rewşenbîr, rojnamevan û hunermendên Tirkiyê piştgiriya banga Demirtaş a bo “çekdanîna PKKê” kirin.

Serepeyv