Tîrmeh 26, 2022 09:34 Asia/Tehran
  • Îdiaya Erdogan derbarê êrişa ser Zaxoyê: Em nikarin tiştekî wiha bikin

Serokomarê Tirkiyê jî her wek rayedarên din ên vî welatî ku êrişa ser seyrangeheke Zaxoyê înkar dikin û wê davêjin ustiyê PKKê, îdia kir ku artêşa Tirkiyê karekî wiha nake û eva karê PKKê ye.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê got, “Êrîşa Duhokê wek êrîşên berê yên PKKê bû. Me ev yek ji birayên xwe yên li Iraqê re gotin. Agahdar bin ji daxuyaniyên ku hûn didin. Em nikarin li hember hevalên xwe tiştekî wiha bikin lê ev yek ji çalakiyên asayî yên rêxistinên terorê ye. Armanc xirabkirina peywendiyên Tirkiye û Iraqê ye.”

Serokkomar Recep Tayîp Erdogan herwiha di weşaneke taybet a kanala fermî ya Tirkiyê de bersiva pirsên li ser bakûra Sûriyê jî dan ku em ê di nûçeyeke din wê bi weşînin.

Serepeyv