Tirkiye girtina dibistanên tirkî yên li Yewnanîstanê protesto kir
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê çalakiya Yewnanîstanê ya girtina dibistanên Tirk-zimanan li Trakyayê şermezar kir.
Hikûmeta Yewnanîstanê herî dawî ragihandibû ku li Trakyayê di çarçoveya polîtîkaya teserûfa(sarifîna) aborî ya li vî welatî de ew ê 4 dibistanên bi zimanê Tirkî bigire. Lê ev biryar rastî berteka Enqerê hat.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Anatoliyê, berdevkê wezareta karên derve ya Tirkiyê Tanju Bîlgîç di daxûyaniyekê de li hember biryara Yewnanistanê ya ji bo girtina 4 dibistanên din ên seretayî yên kêmîneya tirkîaxêv li Trakyayê, biryara Atînayê wek mînaka pêkanîna siyasetên cudaxwaziyê li dijî gelên Tirkîaxêv ên li vê herêmê bi nav kir.
Bîlgîç biryara Yewnanîstanê ya ji bo girtina 4 dibistanên tirkan "bi hinceta teserûfa aborî û kêmbûna hejmara xwendekaran" şermezar kir û got ku bi biryara dawîn ji nîvê zêdetir dibistanên seretayî yên kêmneteweyan hatin girtin û ev pêkanîn nîşan dide ku Yewnanistanê biryara girêdana gişt dibistanên tirkan daye.