Tîrmeh 23, 2022 16:09 Asia/Tehran
  • Êrîşa sîber li ser malpera Turkish Airlines

Çavkaniyên iraqî êrişa sîberî li ser malpera Turkish Airlines (Rêhewayên Tirkiyê) ragihandin.

Li gor rapora toreya Sumeriyê, çavkaniyên iraqî êvariya roja Îniyê digel ragihandina nûçeya êrişa sîberî li ser malpera Rêhewayên Tirkiyê, zêde kirin ku grûpeke iraqî berpirsyariya vê êrişê girtiye ser xwe.

Êrîşa sîberî ya li ser malpera Rêhewayên Tirk di rewşekê de ye ku 2 rojên berê artêşa Tirkiyê navendeke geştyarî ya parêzgeha Dihokê li bakurê Iraqê topbaran kir ku di encamê de 9 kes hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn.

Êrîşa bi topan a Tirkiyê bo ser parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistana Iraqê rastî berteka mezin a grûp, kesayet û berpirsên niha û berê yên Iraqê hat.

Li gorî vê yekê, di bersiva êrîşa Tirkiyê de, serokwezîrê Iraqê tekez kir, ku Bexda mafê bersivdayînê li hember êrişên Tirkiyê diparêze û hikûmet dê hemû tedbîrên pêwîst bo parastina welatiyên xwe bigire.

Herwiha Bexdayê li hember vê êrîşa Tirkiyê doz li Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî vekir.

Di vê halê de Tevgera Esaîb Ehlî el-Heq a ​​Iraqê rexne li vê helwêsta hikûmeta Iraqê girt û ragihand vekirina dozê li Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî bi tenê têrê nake û divê hikûmeta Iraqê ji vê Encûmenê bixwaze ku ser vê êrişa tirkan rûniştineke awarte û lezgîn pêk bîne û Tirkiyê neçar bike ku ji axa Iraqê derkeve û tezmînatê bide vî welatî.  

Eva di rewşekê de ye ku hikûmeta Tirkiyê bi bêşermî ve berpirsatiya vê êrişê red dike û wê davêje ustiyê PKKê.   

Serepeyv