Tîrmeh 21, 2022 09:27 Asia/Tehran
  • Tirkiyê xwe ji bin barê berpirsatiya bombebarana Zaxoyê direvînê û di vê barê de daxuyaniyek belav kir

Wezareta Derve ya Tirkiyê ku artêşa vî welatî bi bombebaran û topbarana seyrangeheke Zaxoyê bi dehan kesên sivîl kuştin û birîndar kirin, li ser vê bombebaranê daxuyaniyek belav kir û hewl da ku Tirkiyê ji bin barê berpirsatiya vê cinayetê derxe.

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Di êrîşa îro (20ê Tîrmehê) ya li qezaya Zaho ya ser bi parêzgeha Duhokê ya Iraqê ku li qeraxa çemekî rû da, 8 kesan canê xwe ji dest dan, bi xemgîniyeke mezin hat zanîn ku 23 kes jî birîndar bûne.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê her wiha îdia kir: “Tirkiye li dijî her cure êrîşên ku sivîlan dikin armanc e. Tirkiye têkoşîna xwe ya li dijî terorê li gorî hiqûqa navneteweyî, ji bo parastina sivîlan, jêrxana sivîl, dîrok û çand û xwezayê bi hesasiyeteke mezin dimeşîne. Di êrîşên bi vî rengî yên ku mirovên bêguneh dikin armanc û çavkaniya wê wek ya rêxistina terorê tên dîtin de helwesta dadperwer û bi biryar ya welatê me ya têkoşîna li dijî terorê dike armanc.

Wezareta derve ya Tirkiyê di dewama îdiaya xwe de dibêje: Tirkiye ji bo eşkerekirina rastiyê amade ye her gavan bavêje. Em bang li berpirsên Hikûmeta Iraqê dikin ku di bin bandora gotin û propagandaya rêxistina terorîst de daxuyaniyan nedin û ji bo eşkerekirina berpirsên rastî yên vê bûyer hevkariyê bikin.”

Serepeyv