Tîrmeh 11, 2022 07:22 Asia/Tehran
  •  5 hezar û 102 qesab li Tirkiyê di roja yekem a cejna Qurbanê de birîndar bûn

Her sal di cejnên qurbanê de nexweşxane yek ji rawestgehên sereke yên qesab û welatiyan in.

Di roja yekem a cejnê de parêzgeha Stenbolê ne di nav de li piraniya parêzgehên Tirkiyê 5 hezar û 102 welatî û qesabên nû di dema serjêkirina qurbanan de birîndar bûn û bo nexweşxaneyan hatin rakirin. Beşek ji welatiyan tevî ku bi salan e qesabiyê dikin lê dîsan birîndar bûne.

Li gor amaran herî zêde bi 293 birîndaran parêzgeha Bursayê yekemîn e û piştî wê jî Kocaelî (271) û Konya (253) tê. Herwiha herî kêm birîndar jî li parêzgehên Şirnex (2), Çewlig (2) û Colemergê (4) yên Kurdistana Tirkiyê ne.

Li gor agahiyan piraniya birînên wan ji tilî û destan in. Birînên beşek ji wan sivik bûne û piştî çareseriyê bo malên wan hatine şandin, lê yên hinek ji wan giran in û li nexweşxaneyê hatine razandin. Hinek welatî jî di dema serjêkirina qurbanan de ji aliyê qesaban ve hatine birîndarkirin.

Li gor amarên Yekitiya Odeyên Çandiniyê ya Tirkiye, sala derbasbûyî li seranserî Tirkiyê bi giştî 3 milyon û 760 hezar ser qurban hatine serjêkirin, lê îsal ji ber têkçûna rewşa aborî û zêdebûna nirxê qurbanan tê çaverêkirin ku ew hejmar gelekî dakeve.

 

Serepeyv