Tîrmeh 08, 2022 09:23 Asia/Tehran
  •  Di 6 mehan da 842 karkeran li Tirkiyê li ser kar canê xwe ji dest da

Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) a Tirkiyê rapora mirinên karkeran a di dema kar de eşkere kir. Li gor raporê di 6 mehên destpêka isal de herî hindik 842 karker di dema kar de canê xwe ji dest daye.

ÎSÎG her sal raporê amade dike. Di nîveka salê de jî heta wê demê di dema kar de çi qewimiye belav dike. Îsal jî rapor belav kir. Va ne hin xalên ji raporê:

- Di 6 mehan de herî hindik 843 kes mirine

- Ji van 843 kesan 789 jê karkerên mêr, 53 jî jê karkerên jin in.

- Di nav kesên mirine de 22 zarok û 49 penaber hene.

- Ji karkerên penaber ên mirine herî zêde ji Sûriyeyê ne: 19 kes. Paşê bi 12 karker afxan tên û dûre bi rêzê ozbek 4, îranî 3, tirkmen 2 û ji welatên din jî yek bi yek ên mirine hene.

- Herî zêde di karên avahîsazî û sazkirina rêyan de karker mirine: 165 kes. Paşê di karê çandinî û daristanan de: 144 kes. Paşê karê bar birin û anînê tê ku di vê pîşeyê de 98 kes mirine.

- Covid-19’ê jî bandor li karkeran kiriye. Di vê beşê de  42 karker ji ber vê nexweşiyê mirine.

 - Di nav bajaran de jî Stenbolê serê pêşî tê ku herî zêde karker li vir mirine. Dûre Îzmîr û Mugla bi rêzê tên.

 

Serepeyv