Parlementerê HDP'yê: Belengazên ku bi soza rihetiyê deng dabûn Erdogan êdî wî naxwazin
Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Tirkiyê tevî amajeya bi beşdariya berfireh a gel ji cihên cûr bi cûr ên Tirkiyê di Kongreya pêncem a mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da got: Encama siyasetên Erdogan dûrbûna zêdetir ji berê ya gel ji AKP'yê ye.
Murat Çepni parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Izmîrê, beşdariya gel di Kongreya pêncem a mezin a HDP'yê da gelekî bicoş nirxand û got: Tevî hebûna pirsgirkan û astengîderxitinên zehf, gelek ji welatiyan ji cihên herî dûr ên Tirkiyê bi derbaskirina rêyeke dûr ji bo beşdariya di kongerya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da hatine Enqereyê.
Vî parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê meyla beşeke kurdên Tirkiyê li Erdogan tevî zilma wî ya berfireh li kurdên vî welatî got: Dîktatorên mîna Erdogan bi gotinên neteweperestiyê (nijadperestiyê) û dijayetiya bi gel ra dikarin bandorê li çîn û qatên gel bikin. Rewşa Teyib Erdogan jî wiha ye.
Murat Çepni her wiha got: Belengaz û çînên bindest ên civaka Tirkiyê beriya vêya dengê xwe da Erdogan; Lê roja îro em dibînin ku ev rewş berovajî dibe. Tevahiya bindestan li vê civakê bi taybet ên belengaz bi awayê berbiçav ji AKP'yê dûr dibin.