Tîrmeh 03, 2022 14:08 Asia/Tehran
  • 5emîn Kongreya Giştî ya HDPê li Enqerê birêve çû

Îro Yekşemê 3ê Tîrmeha 2022an, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêncemîn kongreya xwe ya asayî li Enqerê paytexta Tirkiyê saz dike. Biryar e 50 hezar endam û alîgirên HDPê ji bajarên cuda yên Tirkiyê beşdarî kongreyê bibin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 5'emîn kongreya xwe ya asayî bi beşdariya bi dehan hezar alîgirên xwe ve lidar dixe.

Ji gelek bajarên kurdên Tirkiyê, her wiha ji Îzmîr, Edîrne û Stenbolê bi deh hezaran kes ber bi Enqerê ve bi rê ketin ji bo tevlî kongreyê bibin.

Li pêşiya Salona Sporê ya Arena ku kongre wê lê pêk were govend tê gerandin. Ji aliyê Parka Ciwanan ve saet di 08:30'î de bi hezaran kes bi qîrîna dirûşman û alên HDP'ê ketin hundirê salonê.

Gelek ji jinên beşdarê Kongreyê şaxê zeytûnê hildan ku nîşaneya aştiyê ye. Herwiha beşdarên vê Kongreyê li dijî zextên li ser HDP'ê peyama têkoşînê da û bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" daxwaza azadiya girtiyên siyasî kirin.

Di kongreyê de çendîn madde û bendên Peyrewa Navxwe tên sererastkirin, yek ji wan sererastkirinan berbijêrbûna hevserokan e. Heta niha tenê mafê hevserokekî heye bibe berbijêr lê eger sererastkirin bê kirin û dengê endaman bi dest bixe, ji niha û pê ve mafê her du hevserokan dibe ku bibin berbijêr.

Di kongreyê de endamên serkirdayetî, encûmena partiyê û hevserok tên hilbijartin. Li gor Peyrewa Navxwe ya HDPê, di her kongreyekê de li gor pîvaneke diyarkirî, ji sedî 50ê endamên serkirdayetiyê tên guhertin û kesên nû tên hilbijartin.

Serepeyv