Tîrmeh 01, 2022 15:15 Asia/Tehran
  • HDP du rojên din dê li Enqereyê pêncemîn kongreya xwe saz dike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 3ê Tîrmeha 2022an (du rojên din) pêncemîn kongreya xwe ya asayî li Enqereyê saz dike. Rayedarên HDPê amaje bi wê yekê dikin ku dê guhertinên mezin di rêxistinên xwe de bikin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, HDPê rêxistinên xwe yên li seranserê Tirkiyê li ser heft bazneyan de dabeş kirine û di van bazneyan de komîteyek di rêya heft komîteyên biçûktir re karûbarên kongreyê cîbicî dike.

Komîteyên biçûk rojane raporê didin komîteya serekî û komîteya serekî jî rapora xwe ya heftane amade dike û pêşkêşî Encûmena Serkirdatiyê dike. Heta roja lidarxistina kongreyê jî,  komîteya serekî bi hevserokan re civînên heftan saz dike.

Pêncem kongreya HDPê dê 50 hezar endamên wê hebin. Endamên kongreyê ji aliyê komîteyên biçûk ve piştî hilbijartinên rêxistinên partiyê yên li parêzgehan tên destnîşankirin û ji bo razîbûna li ser wan kesan, navên wan pêşkêşî komîteya serekî tên kirin.

Ofîsa Karûbarên Derve ya HDPê di rêya nûneratiyên wê partiyê re mêvanên biyanî ji Ewropayê û Rojhilata Navîn vedixwînin kongreya partiyê.

Parlamentera HDPê û Berdevka Encûmena Jinan a partiyê, Ayşe Acar Başaran dibêje, pêwîst e endamên HDPê bi hestekî wisa kar bikin ku partiya wan ti carî nayê girtin.

Ayşe Acar Başaran ragihandiye; “Ne wisa ye ku me hewldanên ji bo girtina partiya xwe paşguh kiribin, lê belê em bi awayekî kar dikin weke bêjî partiya me ti carî nayê girtin. Kongreya me dê bersivek be bo hemû êrîşên ku dikin ser me. Em dê bi dirûşma Em Çareserin û Gotina Me Heye biçin kongreyê û em dê nîşan bidin ku HDP alternatîva çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê ye.”

HDP take partî û fraksyon e di parlamentoya Tirkiyê de ku sîstema hevserokatiyê cîbicî dike û ew yek gelek caran bûye sedem partiyên din rexneyan li HDPê bikin.

Başaran di vê derbarê de dibêje, “Bi dîtina me hevserokatî pir giring e. Ev tenê dabeşkirina desthilatê di navbera du kesan de nîne, lê mekanîzma mejiyê hevbeş e ku demokrasî pêk aniye.

Desthilat her wek ku êrîşî her tiştî dike, hewl dide êrîşî ser sîstema hevserokatiyê jî bike, lê di vê kongreyê de em dê nîşan bidin ku gelek serkeftî nabe di vî karê xwe de.”

Serepeyv