Tîrmeh 01, 2022 09:13 Asia/Tehran
  •  Erdogan û Serokwezîrê Holandayê Rutte li Madrîdê civiyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte ra hat cem hev.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li paytextê Îspanyayê Madrîdê ku ji bo civîna NATOyê lê ye, hevdîtinên xwe yên dualî didomîne.

Erdogan û Scholz di çarçoveya civîna NATOyê da li Navenda Kongreyê ya IFEMAyê bêyî amadebûna çapemeniyê hevdîtin pêk anîn.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Serokê MÎTê Hakan Fîdan û Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun çend berpirsên din ên Tirkiyê jî di hevdîtinê da amade bûn.

 

Serepeyv