Emîr-Ebdullahiyan bi Erdogan re civiya
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên ٍEmîr-Ebdullahiyan li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan roja duşemê li ser vexwendina wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu çû Enqerê paytexta vî welatî.
Wezîrê Derve yê Îranê û wezîrê derve yê Tirkiyê berî vê hevdîtina bi Erdogan re bi hev re civiyan û piştre her du wezîr beşdarî civîneke çapemeniyê bûn.
Wezîrên karên derve yên Îran û Tirkiyê li vê civîna çapemeniyê li bara mijarên girîng ên peywendiyên dualî û hevkariyên her du welatan li warên navçeyî û navneteweyî nêrînên xwe şirove kirin.
Emîr-Ebdullahiyan biryar e piştî serdana xwe ya Enqerê, ji bo beşdarbûna di rûniştina Wezîrên Derve yên Lûtkeya Xezerê de biçe Turkmenistanê.