Hezîran 27, 2022 18:40 Asia/Tehran
  • 38 çalakiyên siyasî yên kurd û endamên HDP'yê hatin girtin

Hêzên polîsê Tirkiyê bi êrîşa li ser malên 38 çalakên siyasî û çandî yên kurd û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ew girtin û kesên li malê dan ber lêdanê.

Di êrîşa berbangê ya polîsê Tirkiyê li ser malên çalakên siyasî û çandî yên kurd li Edene û Amedê da, hejmareke zehf a endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji wan Hêlîn Kaya û Mehmet Karakîş hevserokên vê partiyê li Edeneyê hatin girtin.

Ofîsa dozgeriya Edeneyê di çarçoveya lêkolînên destpêkirî li dijî Encumena Çand û Hunera Binefş ku gelek çalakên siyasî, çandî û hunermendên kurd endamê wê ne, biryara girtina 38 kesan da.

Gelek ji van kesan di êrîşa berbanga Duşemê ya hêzên polîs li ser malên wan li Edene û Amedê hatin girtin.

Li gorî gotina şehedan, hêzên polîs deriyên malên van kesan şikandin û welatî dan ber lêdanê. Her wiha kesên li nav malan jî ketine ber lêdan û tundiyê.

 

Serepeyv