Hezîran 23, 2022 08:53 Asia/Tehran
  •  Pervîn Buldan û Mîthat Sancar serdana Demirtaş û Mizrakli kir

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar serdana Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yên ku li Girtîgeha Edîrneyê ya Tirkiyê girtî ne kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser serdan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hevserokên me Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar çûn serdana Hevserokê me yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku bi qayûman ji erka hatibû dûrxistin li Girtîgeha Edîrneyê ya ku rehîn hatine girtin.

Hevdîtina cuda ya Buldan û Sancar a ku bi Demirtaş û Mizrakli re nêzîkî 3 saetan berdewam kir.

Demîrtaş û Mizrakli bi rêya Hevserokên me yên Giştî re hez û silavên xwe ji her kesên li derve re anîn ziman û diyar kirin ku wan Demîrtaş û Mizrakli gelekî bi moral û xurt dîtine.”

Di daxuyaniyê de têkildarî naveroka civînê ti agahî nehatin dayîn.

Serepeyv