Hezîran 19, 2022 15:43 Asia/Tehran
  • Yewnanistan: Emê bi biryar bersiva kiryarên Tirkiyê bidin

Zêdebûna aloziyên di navbera Enqere û Atînayê de li ser hin pirsgirêkên di navbera wan de; Wezîrê Derve yê Yewnanîstanê bal kişand ser rêzgirtina ji hiqûqa navneteweyî re û hişyarî da ku Atîna dê bi biryar bersivê bide Tirkiyê.

Tirkiye û Yewnanîstan bi dehan sal in li ser mafên deryaya Ege û Rojhilatê Deryaya Spî di nava nakokiyan de ne. Her du welat di heman demê de di nav pêşbirkek çekan a dijwar de ne ku li gorî endamên din ên NATOyê mesrefa herî zêde li wan kiriye.

Li gorî rojnama Akathimerini, Wezîrê Derve yê Yewnanîstanê Nikos Dendias roja Şemiyê bi tekezkirina ser vê yekê ku nakokiyên bi Tirkiyê re tenê li ser esasê rêzgirtina li prensîbên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî dikarin bên çareserkirin, got: Yek ji van prensîbên bingehîn ên sereke jî parastina serweriya axa welatan e.

Dendias herwiha got: “Em rûbirûyê zêde û berfirebûna bêmînak a kiryarên provokatîf ên Tirkiyê ne û di heman demê de gefên vî welatî li meydanê berfiretir dibin û di vê aloziyê de Atîna bi biryar bersivê bide, lê di vî halî de ser hemdê xwe û lezê nake."

Di van hefteyên dawî de ku aloziyên navbera Enqere û Atînayê zêde bûne, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulûsî Akar bi hevtayê xwe yê Yewnanîstanê Nikos Panagiotopoulos re roja Pêncşemê li kêleka civîna wezîrên berevaniyê yên NATOyê li Brukselê civiya. Di vê hevdîtinê de her du aliyan li ser pêwîstiya vekirîbûna xetên pêwendiyê ji bo çareser kirina pirsgirêkan û xebitîna ser ajandayên erênî yên dualî bo cîrantiya baş gotûbêj kirin.

Serepeyv