Hezîran 15, 2022 08:58 Asia/Tehran
  • Daxwaza dirêjkirina destûra şandina leşkerên Tirkiyê bo Lîbyayê

Hikûmeta Tirkiyê pêşnûmaqanûnek ji bo dirêjkirina destûra şandina leşkeran bo Lîbyayê şand parlemana Tirkiyê.

Tirkiye ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li Deryaya Navîn û Bakurê Afrîkayê, li Lîbyayê ji ber ku krîz zêde dibe, li dijî hêzên General Xelîfe Hefter, fermandarê artêşa rojhilatê Lîbyayê, piştgiriya hikûmeta Fayîz El-Sirac dike. Lê parlemana Lîbyayê (li Tebruq û piştgirê Xelîfe Hefter) bi yekdengî deng da ku têkiliyên xwe bi Tirkiyê re qut bike.

Destûra şandina leşkerên Tirkiyê bo Lîbyayê di Çileya 2021'an de 18 mehan hat dirêjkirin.

Li gorî nûçeya IRIBê, di wê pêşnûmeya ku bi îmzeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh pêşkêşî parlemana Tirkiyê hat kirin, ji parlemana Tirkiyê hatiye xwestin ku şandina hêzên leşkerî bo Lîbyayê 18 mehên din were dirêjkirin.

Hikûmeta Enqerê di vê pêşnûma qanûnê de îdia kir ku geşedanên li Lîbyayê dibe ku ji bo Tirkiye û tevahiya herêmê bibe xeter.

Hikûmeta Tirkiyê îdia kir ku eger êrîşên li ser hikûmeta qanûnî ya Lîbyayê ji nû ve destpê bikin, dê berjewendiyên Tirkiyê yên li Deryaya Spî û Bakurê Afrîqayê bikeve xeterê.

Ji ber mudaxileyên Tirkiyê li Lîbyayê, her çareseriyek bona rewşa vî welatî û pêkanîna yekitiyê di vî welatî de bê encam maye. 

Serepeyv