Hezîran 12, 2022 09:30 Asia/Tehran
  •  Li Stenbolê; Tevî çend mamosteyên kurd, 16 kes hatin girtin

Roja 3’yê mehê Hevserokên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER) Kamile Kandal û Mehmet Bogatekîn jî di nav de 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji wan 16 kes hatin tewqîfkirin.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Hevserok û endamên Goçîzderê 10’ê mehê derxistin ber Dozgeriya Komarê ya Stenbolê.

Kesên binçavkirî Makbule Altintaş, Veysi Yildiz, Bilal Yildiz, İlyas Erdem, Halit Karahan, Zelal Coşkun, Şeref Kaya, Ramazan Kirkpinar, Cihan Kartal, Ali Koçyigit, İskan Teker, Songul Kose, İrfan Hulaku, Kamile Kendal, Mehmet Bogakan, Demgul Athan, Suleyman Yildiz, Hiyasettin Cuheylan, Erhan Ors, Nurhayat Koçyigit, Mehmet Baran bi îdîaya “Emdamtiya rêxistinê” îfadeya wan hat gitin.

Ji van Pinar Konak, Suleyman Yildiz, İskan Teker, Ali Koçyigit, Şeref Kaya û Nurhayat Koçyigit bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 16 kesên din hatin tewqîfkirin.

Ji kesên hatine girtin Bîlal Yildiz, Halit Karahan û Veysî (Rênas) Yildiz li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dersa kurdî didan. Li ser vê yekê Enstîtuyê bi ser hesabê xwe re peyama daxwaze berdana hevalên xwe kir.

Enstîtuyê wisa got, “Mamosteyên me Bîlal Yildiz, Xalid Karahan û Veysî (Rênas) Yildiz 8 roj bûn binçavkirî bûn, îro derketin mehkemeyê û bi awayekî nehiqûqî biryara girtina wan hat dayîn. Ev biryar biryareke hiqûqî nîn e, bi temamî biryareke sîyasî ye. Em careke din dibêjin hevalên me derhal berdin.”

 

Serepeyv