Hezîran 11, 2022 22:54 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê gundên Dêrsimê bombebaran dike

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê di çarçoveya operasyona Eren Dorpêç-7 de derdora çend gund û deverên navçeyên Xozat, Pulur û Çemîşgezekê yên Dêrsima Kurdistana Tirkiyê bombebaran dikin û di encam de agir bi daristanên beşek ji wan gundan ketiye.

Li gor zanyariyên Peymanêrê Rûdawê yê Dêrsimê, Artêşa Tirkiyê ev 3 roj in operasyona xwe ya bi navê Eren Dorpêç-7 ku pêştir li wê parêzgehê dabû destpêkirin, li gundên Kaper, Zogar, Tanzî, Kizil Kilîse û Çamûrek berdewam dike û deverên nêzîkê wan gundan bi giranî tên bombarankirin.

Her wiha di serî de li Dêrsim, Pulur, Xozat û Çemîşgezek jî operasyonên leşkerî berdewam in. Li gor agahiyan, gundê Kakper şeva borî ji aliyê balafirên şer ve hatiye bordûmankirin û di encamê de agir bi beşek ji daristanên gund ketiye û  dîmen ji aliyê welatiyan ve bi telefonan hatine tomarkirin.

Li aliyê din bombebarana Artêşa Tirkiye di nav xelkê navçeyê de bûye sedema tirseke zêde û xelk nîgeran kiriye.

Serepeyv