Li Tekîrdagê 10 siyasetmedarên din ên Kurd hatin girtin
Li bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyê ji 37 siyasetmedar û endam û algirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di operasyonekê de hatibûn destserkirin, bi biryara dadgehê 10 kesên din jî hatin girtin. Piştî van girtina bi giştî hejmara kesên ku hatin girtin gehişte 29 kesan û 8 kes jî hatin berdan.
Roja 3ê Hezîrana 2022ê Hêzên Ewlekariya Tekîrdagê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgerî ya Komarî de li seranserî wî bajarî li dijî siyasetmedarên Kurd û bi taybet endam û alîgirên HDP û endamên HDKê operasyoneke hemwext pêkanîbûn û 37 siyasetmedar destserkiribûn.
8ê Hezîrana 2022ê piştî dadgehkirinê 8 siyasetmedarên Kurd ji ber karûbarên xwe yên siyasî bi hincetên weke “endamtiya rêxistinê û “propagandaya rêxistinê” hatibûn girtin. Herwiha bi vî awayî bi giştî hejmara kesên ku hatine girtin gehişte 29 kesan.
Li gor zanyariyan yek ji kesên ku hatiye girtin ê bi navê Sadî Ozdemer ê ji sedî 92 xwedî pêdiviyên taybet û girêdayî tupê oksîjenê ye.
Di demên dawî de bi taybet bi nêzîkbûna hilbijartinan hikûmeta Tirkiye givaşên xwe yên li ser siyasetmedar, rojnamevan û kesayetên Kurd bi hincetên cuda zêde kirine û rojane bi riya hêzên ewlekariyê hejmarek ji wan tên destserkirin.
Ev di demekê de ye 8ê Hezîrana 2022ê li parêzgeha Amedê 21 rojnamevanên Kurd hatibûn destserkirin û 6ê Hezîrana 2022ê jî li parêzgeha Wanê 9 endamên saziyên civaka sivîl bi hinceta ku di proseya paşdekişîna hêzên PKKê ya di pêvajoya çareseriyê ya sala 2013 de çavdêrî kirine hatibûn destserkirin.