• Li Tekîrdagê 10 siyasetmedarên din ên Kurd hatin girtin

    Li Tekîrdagê 10 siyasetmedarên din ên Kurd hatin girtin

    Hezîran 11, 2022 13:59

    Li bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyê ji 37 siyasetmedar û endam û algirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di operasyonekê de hatibûn destserkirin, bi biryara dadgehê 10 kesên din jî hatin girtin. Piştî van girtina bi giştî hejmara kesên ku hatin girtin gehişte 29 kesan û 8 kes jî hatin berdan.