Hezîran 09, 2022 14:04 Asia/Tehran
  •  Li Wana Tirkiyeyê 24 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Îpekyoluya navçeya Wanê di malekê da 24 koçberên bêdestûr ên ku li gor tesbîtê bi rêya dereqanûnî ketine nav vî welatî, hatin girtin.

Li gorî nûçeya Anatoliyê, Têkoşîna Qaçaxcîtiya Koçberan û Midûriya Şaxa Deriyên Hidûd a Midûriya Ewlehiya Bajêr û ekîbên harekata taybet li ser êxbarê li taxa Hacibekîrê ser malekê operasyon kir.

Di operasyonê da 24 welatiyên Efxanistanê ku li gor tesbîtê bi rêya dereqanûnî ketine nav Tirkiyeyê, hatin girtin. Koçberên bêdestûr birin Têkoşîna Qaçaxcîtiya Koçberan û Midûriya Şaxa Deriyên Hidûd.

Her wiha, bi îdiaya ku qaçaxcîtiya koçberan kiriye, kesek hat binçavkirin.

Di vê navberê da li taxa Karşiyakayê maleke metrûk ku koçberên bêdestûr tînin û tê da xwedî dikin, di çavdêriya polêsan da ekîbên şaredariyê bi makîneyên kar hilweşand.

Serepeyv