Hezîran 09, 2022 08:55 Asia/Tehran
  • Tirkiyê careke din HSD wek merc danî ber Fînland û Swêdê

Serokkomarê Tirkiye Receb Teyib Erdogan derbarê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya bo NATO'yê de careke din careke din HSD wek merc danî Fînland û Swêdê û got “Heta ku daxuyaniyên terorîstan di televîzyonên fermî yên Swêdê de bên belavkirin, em nikarin bibêjin fermo werin nav NATO'yê. Bo NATO'yê jî heman tişt rast e.”

Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokkomarê Tirkiye Receb Teyib Erdogan duh 8ê Hezîrana 2022an di civîna hevbeş a çapemeniyê ya ligel Serokê Venezuellayê Nicolas Maduro de derbarê mijarên di rojevê de aixîvî.

Erdogan li ser pirseke derbarê helwêsta Tirkiye ya bo endamtiya Swêd û Fînlandiyayê de got:”Me berî niha jî gotiye NATO rêxistineke ewlehiyê ye. Ne rêxistineke hander a terorê ye. Her welatekê di vê rêxistinê de be yan jî bixwaze bibe endam divê van xalan li ber çav bigire û nabin bibine handerên terorê û mertal bo rêxistinên terorê.”

Serokkomarê Tirkiyê ku welatê wî PKK û YPGyê wek komên terorîst dizane û şerê wan dike, li ser heman mijarê ragihand: “Swêd welatekî wiha ye ku hemû rêxistinên terorî yên wek PKK û YPG têde bi azadî digerin. Di parlamentoya wê de jî terorîst hene. Heta ku ev terorîst di nav vê parlamentoyê de hebin. Heta ku daxuyaniyên terorîstan di televîzyonên fermî yên Swêdê de bên belavkirin, heta ku ew rêxistinên terorî bi navên cuda li kolanên Stockholmê çalakiyan bikin, ala û wêneyên serkirdeyên terorîstan rakin û dirûşmên dijî Tirkiye bilind bikin û polîsên wan welatan jî wan biparêzin, em nikarin bibêjin fermo werin nav NATO'yê. Heman tişt bo Fînlandayê jî rast e.”

Serepeyv