Bankirina Balyozê Îtalya bo wezareta derve ya Tirkiyê
Enqere gazî balyozê Roma yê li Tirkiyê kir û nerazîbûna xwe li hember çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Îtalyayê nîşan da.
Wezareta Derve ya Tirkiyê gazî Giorgio Marapoudi, Balyozê Îtalyayê li Enqerê kir, di demekê de ku êrişên neqanûnî yên artêşa Tirkiyê li dijî PKKê li derveyî Tirkiyê (Iraq û Sûriyê) vê dawiyê zêde bûne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, ji zarê çavkaniyên dîplomatîk li Enqerê, balyozê Îtalyayê ji bo derbirîna nerazîbûna dewleta Tirkiyê li hember xwenîşandana piştgirên PKK`ê ku roja 4`ê Hezîrana 2022`an li Romayê hatibû lidarxistin, tevî nerizamendiyên berê yên Enqerê, hat gazîkirin.
Li gorî vê raporê, di hevdîtinê de Tirkiyê nerazîbûna xwe li hember çalakiyên PKK di warê giştî de û dayîna mafê hevwelatîbûna fexrî bo endamên vê komê ji aliyê şaredariyên Îtalyayê ve nîşan da.
Wezareta Derve ya Tirkiyê herwiha daxwaza rawestandina kiryarên bi vî rengî yên PKK û alîgirên wê kir û tekezî li ser berpirsyariya hikûmeta Îtalya di şerê li dijî terorê de kir.