Hezîran 06, 2022 18:18 Asia/Tehran
  •  Wan ji bo

Li Wanê ji bo danasîna çanda taştê çalakiya "Roja Taştê ya Dinyayê" ku ya ewil di 2014an da hat lidarxistin, wê îsal bi mihrîcaneke coş û xuroş were pîrozkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li Wanê 8 sal berê bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan va rekora "Sifreya taştê ya herî qerebalix a cîhanê" hat bidestxistin. Odeya Bazirganî û Sanayiyê (TSO) ya Wanê pêşengiya vê rekorê kiribû. Roja Taştê ya Dinyayê wê îsal di 5ê hezîranê da were pîrozkirin û ji bo çalakiyê amadehî kuta bûn.

Ji ber ku du sal bûn Kovîd-19 hebû, ji ber tengavkirinên vê nexweşiyê tenê li ser medyaya civakî bi parvekirinên wêneyên taştê ev roj dihat pîrozkirin. Lê îsal tê plankirin ku li Parka Çandê ya Ataturk bi mihrîcanekê were pîrozkirin.

Di mihrîcanê da semawir wê werin vêxistin, sifreyên dûr û dirêj werin danîn. Bi tevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û TSOya Wanê li qada mihrîcanê çalakî wê werin lidarxistin.

Di taştêya Wanê da 20 cure berhemên wekî "penêrê pincarê", mirtoxeya ku bi ar, rûnê nivîşk û hêkan tê çêkirin, "poxîn"a ku ji hêrana qelînekên genimşîr tê çêkirin û "hingivê qereqovanê" hene. Taştêya Wanê çendîn qirn in ku mîrata çandî ya herî girîng a bajêr e.

TSOya Wanê ji bo taştêya Wanê bê tescîlkirin û standartên wê bên diyarkirin, serî li Enstîtuya Patentê ya Tirkan (TPE) dabû û "Belgeya Tescîla Marqeyê ya Taştêya Wanê" sitandibû.
 

Serepeyv