Hezîran 02, 2022 09:51 Asia/Tehran
  • Xelkê Tirkiyê normalkirina peywendiyên digel Rejîma Siyonîst protesto kirin

Di duwazdehemîn salvegera êrîşa Siyonîstan ser gemiya Mavî Marmarayê, gelê Tirkiyê nerazîbûna xwe li hember her asayîkirina peywendiyan bi Rêjîma Siyonîst nîşan dan.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan hertim îdiaya piştevaniya gelê Filistînê li hember dagîrkerî û cinayetên Rejîma Siyonîst kiriye ku di sala 1949`an de ev Rejîma ji aliyê Enqerê ve bi fermî hat naskirin û ji wê demê ve her du aliyan têkiliyên aborî û leşkerî yên nêzîk pêk anîn.

Piştevaniya Tirkiyê ji gelê mezlûm ê Filistînê heta niha tenê ji asta gotinê derneketiye û ti caran negihêştiye asta pratîkê û vî welatî û Rêjîma Siyonîst di hemû waran de hertim gotûbêjên veşartî kirine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê ji zarê medyaya Tirkiyê, gelê Tirkiyê roja çarşemiyê li duwazdehemîn salvegera êrişa siyonîstan ser gemiya "Mavî Marmara" li dijî her asayîkirina peywendiyên Enqere û Telavîvê xwenîşandan li dar xist.

Peywendiyên Tirkiyê û Rejîma Siyonîst di sala 2010`an de piştî êrişa artêşa Israîlê li ser gemiya Tirkiyê (Mavî Marmara) kêmtir bûn.

Lê belê Erdogan di sala 2021'an de bi teqlîda hin welatên mêtinger ên girêdayî Amerîkayê yên li herêmê, hewl da têkiliyên xwe yên bi Rejîma Siyonîst re asayî bike, di vê çarçêvê de ji  Serokkomarê rejîma Îsraîlê Îshaq Herzog bi fermî xwest ku serdana Tirkiyê bike ku ev kiryara Erdogan û serdana Herzog rastî nerazîbûnên berfireh ên gelê Tirkiyê hat.

Serepeyv