Hezîran 02, 2022 09:27 Asia/Tehran
  • Blinken: Êrîşa Tirkiyê herêmê dixe metirsiyê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dijayetiya welatê xwe li hember her êrîşeke artêşa Tirkiyê bo ser Sûriyê nîşan da.

Antony Blinken ji rojnamevanan re ragihand, her êrîşeke nû ya Tirkiyê bo ser Sûriyê dê bibe sedema jinavbirina seqamgîriya herêmî.

Blinken li ser liv û tevgera serbazî ya ber bi bakurê Sûriyê hişyarî da Tirkiyê û ragihand, êrîşa serbazî herêmê rûbirûyî metirsiyê dike.

Gotinên Antony Blinken piştî wê yekê hat, ku duh  îro 1ê Hezîranê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna koma partiya xwe de ragihand: “Em derbasî qonaxeke nû ya biryara xwe ya avakirina herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan dibin. Em ê Til Rifet û Minbicê ji terorîstan paqij bikin. Piştre jî em ê qonax bi qonax li deverên din jî heman tiştî bikin.”

Serepeyv