May 30, 2022 10:39 Asia/Tehran
  • Pênc kes ji ber teqîna mînê li Hudeydeya Yemenê hatin kuştin

Ji ber teqîna mînekê ku ji aliyê hevpeymaniya ddestdirêjker a siûdî li Hudeydeya Yemenê hatibû bicihkirin, 5 welatiyên sivîl ên yemenî canê xwe ji dest da.

Komên yemenî di gotûbêjên 13ê Îlona 2018an li Stokholma Swêdê lihevkirina agirbesê lki Hudeydeyê îmze kir. Kê hêzên hevpeymaniya siûdî ji wê demê da berdewam ev agirbes binpê kiriye.

Çavkaniyên yemenî ragihand ku ev mîn pêştir ji aliyê hêzên destdirêjker ên siûdî va li Hudeydeyê hatibû bicihkirin.

Li gorî vê raporê, hemû goriyên vê bûyerê welatiyên sivîl ên yemenî ne.

Ev di halekî da ye ku çavkaniyekê li Odeya efserên têkiliyê ragihand ku hevpeymaniya siûdî di 24 saetên derbasbûyî da 24 caran agirbesa li Hudeydeyê binpê kiriye.

4 êrîşên bi dironan li ser Hîsê û 24 babetên gulereşandinê bi cûreyên çekan ji van binpêkirinan bûne.

 

 

 

Serepeyv