May 27, 2022 16:09 Asia/Tehran
  •  Li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê beşa doktoraya Kurdî tê vekirin

Li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ya Tirkiyê ku beşa Ziman û Edebiyata Kurdî lê hatiye vekirin, xwendina doktorayê dest pê dike. Saziya Xwendina Bilind a Tirkiyê li ser daxwaza mamosteyan biryar daye ku xwendekar dikarin daktorayê li vê zanîngehê bixwînin.

Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ya Tirkiyê ji sala 2011ê ve beşa Ziman û Edebiyata Kurdî lê hatiye vekirin. Yekem mamosteyên zimanê Kurdî li Tirkiyê ji vê zanîngehê derçûne. Niha ev zanîngeh bêhtir bûye cihê kelecana xwendekarên zimanê Kurdî û akademiya Kurdî.

Herî dawî Saziya Xwendina Bilind a Tirkiyê li ser daxwaza mamosteyan biryar daye ku xwendekar dikarin daktorayê li vê zanîngehê bixwînin.

Mamosteyê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî, Abdurahman Adak derbarê mijarê de got "Ev biryar dê derfetên baştir li pêşiya zimanê Kurdî û akademiya Kurdî veke."

Di demekê ku niha tenê li zanîngehên Amed û Çewligê xwendina doktoraya bi Kurdî heye, bi vê biryarê zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê dibe derfeta sêyem bo xwendekar û akademîsyenên zimanê Kurdî.

Xwendekar dê bikarin hem bi zaravayê Kurmancî hem jî bi zaravêyê Zazakî yê Kurdî li vê zanîngehê doktorayê bixwînîn.

Ev biryar bi taybet bûye cihê kêfxweşiya xwendekarên mastera Kurdî û hêviyên wan geştir kiriye.

Niha hejmara xwendekarên ku bo doktoroya Kurdî li vê zanîngehê bên wergirtin nediyar e û dê ew hejmar di navbera mehên Tîrmeh û Tebaxê de yekalî bibe. Lê li gor zanyariyên ku

Rûdawê ji Zanîngeha Artukluyê bi dest xistine, hejmara wan herî kêm 10 kes in û eger heye piştî gotûbêjên di navbera mamosteyên zanîngehê de ew hejmar bo zêdeyî 15 kesan jî bê

zêdekirin.

Li gor heman zanyariyan dê herî kêm 3 xwendekarên derveyî welat jî bikarin li vê zanîngehê doktoraya Kurdî bixwînin.

Serepeyv