Dersînorkirina berfireh a koçberên ji Tirkiyê
Derxistina koçberan ji Tirkiyê ji destpêka îsal ve %70 zêde bûye.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Euronews`ê, Dezgeha Koçberiyê ya Tirkiyê ragihand ku ji destpêka îsal heta niha zêdetirî 28 milyon û 581 hezar koçber dersînor kirine. Ev rêje li gorî heman heyama par %70 zêde bûye.
Li gor wê raportê, ew koçber bi binpêkirina qanûnên Tirkiyê hatine tometbarkirin û piştre hatine dersînorkirin.
Dezgeha Koçê ya Tirkiyê diyar kir ku piraniya penaberên ku dersînor bûne ji Efganîstanê ne. Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ji destpêka îsal ve heta niha 10 hezar Efxan dersînor kirine. Pakîstanî bi 2 hezar û 700 û Sûriyeyî jî bi hezar û 700 hatine dersînorkirin ku di rêza duyemîn û sêyemîn a lîsteya kesên ji Tirkiyê hatine dersînorkirin de cih digirin. Tirkiye bi krîzeke aborî re rû bi rû ye û hikûmeta wê heta niha nekariye rê li ber vê krîzê bigire. Di berdêla wan pereyan de, berpirsên Tirkiyê soz dane ewropiyan ku zêdetir ji sê milyon koçberan li ser axa Tirkiyê bi cih bikin û rê li ber wan bigirin ku derbasî sînorên Ewropayê nebin. Lê xuya ye berdewamkirina vê rewşê ji aliyê aborî ve ji bo Enqerê ne guncan e.