May 25, 2022 13:41 Asia/Tehran
  • Koçberiya doxtiran li Tirkiyê zêde dibe

Krîza aborî ya li Tirkiyê doxtir neçar kiriye ku ji vî welatî koç bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, tê çaverêkirin ku heta dawiya vê salê 3 hezar pizîşk ji Tirkiyê derkevin.

"Revîna Pizîşkan ji Tirkiyê" manşêta yekem a rojnama Karar di roja Sêşemê da de bû . Vê rojnamê ji bo rapora xwe ya derbarê revîna pizîşkan ji Tirkiyê ev sernav "Xeleya Pizîşkên jêhatî û pispor li pişt derî ye"  hilbijartibû.

Rojnameyê amaje bi koçkirina 2000 pizîşkan di sala 2021ê de jî dike, kêmbûna mûçe û tundiya li dijî karmendên pizîşkî weke sedemên sereke yên koçkirina pizîşkan bi nav kir.

Di sala 2012’an de hejmara pizîjkên ku ji Tirkiyê koçber bûne tenê 59 kes bû û danberheva bi hejmarên îsal û par re diyar dike ku di demeke nêzîk de qeyrana tenduristiyê heye.

"Eger rewş wiha bidome, Tirkiye dê di nav 5 salên pêş de bi kêmbûna dixtorên jêhatî û pispor re rû bi rû bimîne."

Li gorî anketek ku li Tirkiyê hatiye kirin ji sedî 47’ê xebatkarên tenduristiyê di xaniyên kirê de dijîn û ji sedî 97’ê xebatkarên parastina tenduristiyê jî ti hêviyeke xwe ji bo kirina mal û xaniyan tine.

Li gorî pisporan, berdewamiya vê rewşê dê di nava 5 salên pêş de li Tirkiyê pergala tenduristiyê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne.

Serepeyv