May 24, 2022 10:07 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyeyê: Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê duh jî di binê 1000î de bû

Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ku herî dawîn 3yê tebaxa 2020an di binê 1000î de hatibû ragihandin, piştî ku pêr cara pêşî daket binê hezarî, duh jî weke 922 hat tesbîtkirin.

Li gorî nûçeya Anadulo Agancy'ê, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 123 hezar û 536 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 922 kesan pozîtîf derket, 3 kes mirin. Hejmara kesên ku qenc bûn jî 1105 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza duyem weke ji sedî 85,48, ya doza yekem jî weke 93,18 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta niha 147 milyon û 687 hezar û 693 doz aşî (vaksîn) hatiye kirin.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Manîsa û Zonguldak in.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Riha, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elazîz in.

Serepeyv