May 20, 2022 08:24 Asia/Tehran
  • Erdoxan berevanî ji berjewendiyên Tirkiyê di têkiliya tev Erebistan û Îmaratê da kir

Serokkomarê Tirkiyê pêvajoya pêkanîna têkiliyê tev Erebistan û Îmaratê li ser xêra pêwendiyên siyasî û bazirganî yên her du welatan da zanîn.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Receb Teyib Erdoxan serokkomarê Tirkiyê roja Pêncşemiyê got: Bi nêrîna min pêvajoya niha ku bni her du welatan ra dest pê kiriye, li ser xêra her du welatan hem di warê bazirganî da û hem jî di warê siyasî da ye.

Erdoxan ku demek beriya niha soza çêkirina malan ji bo welatiyên Sûriyê bi armanca vegerandina koçberên sûrî dabû, di beşeke din a axaftina xwe da tevî amajeya bi çêkirina 100 heta 200 hezar malan li Sûriyê, got: Armanca me ev e ku em miliyonek koçberan li van malan bi cih bikin.

Hêjayî gotinê, li gorî raporan Tirkiyê di salên dawî da bi êrîşa ser bakûrê Sûriyê şêniyên resen bi taybet kurdên vê herêmê ji cih û warê xwe derbider û aware kirine û vê demê bi çêkirina malan li wwan deveran, malbatên komên terorîst ên dijberê Sûriyê û koçberên din ên sûrî li mal û avahiyên çêkirî bi cih dike.

 

Serepeyv