Daxwaza Demirtaş ji rewşenbîr û rêberên oposîziyona Tirkiyê
Hevserokê berê û girtî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tirkiyê ji rewşenbîr û partiyên opozîsiyona vî welatî xwest ku li şûna hewildana ji bo serketina di hilbijartinê da, bala xwe bidin ser avakirina hikûmeteke li ser bingeha demokrasiyê û pêkanîna guhertinên bingehîn.
Selahedîn Demirtaş hevserokê berê yê HDPyê bi nameyekê ji rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û nivîskaran xwest ku bi avakirina Peymana Demokratîk, tevgere fikrî ya organîzekirî bi rê xînin. Wî her wiha ji opozîsiyona Tirkiyê xwest ku bi guhertina helwêsta xwe, li şûna hewildana ji bo guhertina hikûmetê, ji bo avakirina hikûmeteke ser bingeha demokrasiyê li Tirkiyê
bixebitin.
Demirtaş her wiha derbarê destpêbûna alozî û tevliheviyê li Tirkiyê hişyarî da û got: Di qonaxa hestyar a niha da, tenha rêya derketina Tirkiyê ji hilweşiyana civakî, wêdadayîna nakokiyan û hevfikirîna (kom û partiyên opozîsiyonê) ye.